Gutîrês fikara xwe derbarê êrîşên milîsên Îranê yên li Sûriye û Iraqê nîşan da
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Entuniyo Gutîrês hîs bi fikarê dike ku wê bandorên nerasterast ên êrîşên berdewam ên milîsên Îranî yên li Sûriye û Iraq , ku di rojên dawî de zêde bûne hebe.
Roja Înê, milîsên Îraqî êrîşî baregeha Xerab El-Cîr a Emerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê kirin.
Rêxistina bi navê "Berxwedana Îslamî li Iraqê" di daxuyaniyekê de got ku wê bingeha navborî bi mûşekan bombebaran kir. Ewjî li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Gezeyê.
Milîsan berpirsatiya êrişa firokeyên bê firokevan li ser baregeheke Emerîkî li Hewlêrê, ku duh Înê ji aliyê hêzên hevpeyman ve hatibû xistin, girt ser xwe.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Emerîka Joe Baydin roja Çarşemê got, artêşa Emerîka li ser rênmayên wî, êrîş li ser milîsên Îranî li Iraq û Sûriyê pêk anîn, bi mebesta rêgirtin li êrîşên wan ên paşerojê bo ser bingehên Emerîkî.
Ji 17ê Cotmeha borî ve, hêz û baregehên Emerîkî li Sûriye û Iraqê rastî bi dehan êrîşan hatine, ku heta niha 103 êrîş pêk hatine, ku piraniya wan ji aliyê milîsên bi navê "Berxwedana Îslamî li Iraqê" hatine encamp dan.
228
