Rêxistina mafê mirovan: PYDê nahêle derbiderên Efrînê vegerin warê xwe

Rêxistina mafê mirovan: PYDê nahêle derbiderên Efrînê vegerin warê xwe

Jan 19 2021

ARK NEWS... Li kampên Şehbayê yên derbiderên Efrîna Rojavayê, xwepêşandanek hat lidarxistin tê de baga derxistina Turkiyê û çekdaran ji herêma Efrînê kir, lê ew xwepêşandan bi hildana wêneyên Ebdulah Ocelan, serokê PKKê bi rê ve çû.

Di vê derbarê de rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku berpirsên PYDê bi hemehengî bi rêjîmê re nahêlin ew derbider vegerin cî û warên xwe, û tekez kir PYDê wan derbideran li gorî berjewnediya xwe bi kar tînin.

Heman rêxistinên ameje kir ku Turkiyê û çekdar jî nahêlin malbat vegerin Efrînê ku bi wê yekê kar li ser guhertina demoxrafiya herêmê dikin.

Rêxistinê bang li derbideran kir ku vegerin Efrînê û dest ji jiyana kampam berdin.

Ş.E


212