Tendirustiya Wanlî û hevjîna wî berev başbûnê ve diçe

Tendirustiya Wanlî û hevjîna wî berev başbûnê ve diçe

Apr 17 2020

ARK NEWS... Piştî ku xebatkar Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî bi koronayê ketin, jêderekê nêzîkî wan behsa tendirustiya wan kir.

Şirovakarê siyasî Menla Hisko li ser rûpela xwe ya fêsbûkê got: Xebatkar Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî ji ber pêketina bi koronayê di nexwexaneyeke Swêdê de ne, rewşa wan piştî çend rojan di dîtina çareseriyê, tendirustiya wan berev başbûnê ve diçe.

Ebdulrehîm Wanlî, yek ji xebatkarên kevin e, di El Partî de ku ew partî niha bi PDK-Sê tê naskirin gelek xizmet kiriye, û rastî astengiyan di serdema Partiya Bas de hatibû. Niha ew û bi hevjîna xwe ve bi koronayê ketine, û çareseriya berdest ji wan tê kirin.

Ş.E

354