Nameya Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qiyameya Hezretî Mesîh
ARK NEWS... Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Îsa Mesîh, Serok Mesûd Barzanî nameyek belav kir. Naverok ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Îsa Mesîh mezintirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xûşk û birayên Krîstiyanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo wan dixwazim. Li vê helkeftê de tekez li ser çanda lêborînî û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û pêwîste jî Kurdistan her dem wekî cihê birayetî û pêkvejiyana hemû pêkhatên neteweyî û oliyan li navçeya me da bimînê.
Hêvîdarim ev helkeft bibê sedema dawî hatina şewb û nexweşî û êşan û aştî û aramî li ser navçeyê û cîhanê da bikêşê û xûşk û birayên me yên mesîhî jî herdem cejn û xweşiyên xwe li aştî û tebayiyê da bikin.
Bimînin bi xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
11.04.2020
306