(VÎDIYO)... Di berf û sermayê de Hêzên Pêşmergeyên Roj rahênana xwe berdewam dikin
ARK NEWS... Ev e çend roj in, pileya germê li Herêma Kurdistanê li jêr sifrê hatiye tomarkirin, lê daketina pileya germê nebû rêgir ji berdewamkirina meşq û rahênan hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj.
Di demekê de, Herêma Kurdistanê ji ber keş û bayê û daketina pileya germê li jêr sifrê bi deh qonaxan, karbest û bêhnvedan li hemû dezgehan ragihandiye, hêzên Pêşmergeyên Roj bi lehengî û qehremanî rahênan xwe dikin.
Weke di perçe vîdiyoyan de diyar dibe ku bi coş û heyecanek mezin û stran û awazana germahiya dilê xwe ji Rojavayê Kurdistanê didin xuyakirin, û tekez dikin ku ne germa û ne jî serma dê bibe rêgir li pêş bervanîkirin û rabûna bi erkê xwe li hember welêt.
Hêzên Pêşmergeyên Roj, li Herêma Kurdistanê li kêlek hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, û fermandarên wê, beşdarî di bervanîkirina bi ber xaka Kurdistanê de kir, û bi serfirazî bi dehan Pakrewan kirin qurbaniya axa pîroz.
Di dema beşdarbûna şer, weke çawa niha li ser berfê bi sîngên tzaî û rût çekên wan bi dest wan de bûn û can xwe dabûn ber mirinê, da ku dujmin berev Kurdistanê ve neyê û dagît neke.
Lê ji ber negihiştina rêkeftinekê di navbera aliyên bi bandor li Sûriyê, hîn jî li Herêma Kurdistanê ne, û herdem hêvî û omîd ew in ku careke din vegerin Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê ta Efrînê, berevaniyê bikin, bi xort û keçên xwe xwedî li herêmên xwe derkevin.
Ş.E
597