Salvegera cînosaydkirina Kurdên Feylî
ARK NEWS... Di Salvegera 40 saliya tawan û cînosayda Kudên Feylî, Nivîsgeha Serok Mesûd Barzanî daxuyaniyeke belav kir. Naveroka daxuyaniyê ev e:
Çil sal li ser tawana enfal û jenosaydkirina Kurdên Feyliyan ya ji aliyê rejîma berê ya Iraqê re derbas dibe ku têda 12 donz deh hezar Kurdên Feylî enfal û bêserûşûn û şehîd kirin. Jenosaydkirina Kurdên Feyliyan berdewamiya wan zincîre tawanan bû ku li sedsala bîstan de ji aliyê rejîmên yek li dawiya yekên Iraqê, dijî gelê Kurdistanê hatine encam dan.
Kurdên Feylî li qonaxên cûda cûdayên xebata gelê Kurdistanê de roleke xwe yê bi bandor hebûye û ew tawana mezin jî ku li Kurdên Feylî hate kirin tenê ji ber Kurdbûna wan bû. Ew tawan zulm û neheqiyekî mezin bû dijî gelê me û birîneke ku tu demekê ji bîr naçê.
Ji bilî wê yekê ku wê tawana rejîma berê ya dijî Kurdên Feylî ji aliyê Dadgeha Bilinda Tawanan li Iraqê ve bi jenosayd hate nasandin, lê belê heta niha jî asewarên wê tawana dirindane mane û pêwîst jî dike dewleta Iraqê qerebûya hemû ziyanlêketiyên jenosayda Kurdên Feylî û wan hemû tawan û jenosaydan bike ku li dijî gelê me hatine encam dan.
Baregeha Barzanî
05.04.2020
492
