Teqînek li navenda Efrînê çê bû

Teqînek li navenda Efrînê çê bû

Mar 08 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê îro, 8ê Adara 2020î teqînek rû da, di encamê de kuştî û birîndar ketin.

Jêderên xwecihî ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê li kolana Siyasiyê, matorek bombekiriî teqiya, di encamê de kuştî û birîndar ketin, bê ku amarên fermî werin naskirin.

Heman jêderan ragihandin ku otombêlên hawarçûnê berê xwe dane cihê bûyerê û qurbanî ji bo nexweşxaneyan veguhestin.

Ta neha tu aliyekî berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye, lê her dem û demekê de teqîn rûdidin, piraniay wan ji derencamên nakokiyên çekdaran tên.

Ş.E

389