Qurbaniyên derencamên destêwerdana Rûsiyê li Sûriyê nas bike
ARK NEWS .. Di 30î Îlûna 2015an, bi buhaneya rûbirûbûna rêxistina DAIŞê, Rûsiya derbasî Sûriyê bû, ku ew yek ji girîngtirîn guhertin di şoreşa Sûriyê li gor berjewendiya rêjîmê bû.
Piştî 4 salan ji despêkirina şerê Sûriyê, û bi kuştina bi hezaran ji welatiyên Sûriyê ji aliyê rêjîmê ve, û derbirderbûn û koçbarbûna bi milyonan, Rûsiya bi hêzên xwe beşdarî û destêwerdan di Sûriyê de kir, pişta rêjîmê bihêz kir, û zincîra tawan û binpêkirina mil bi milê rêjîmê re, berdewam kir .
Hêzên Rûsiyê bi balafir, zirêpoş, tank, top, û artêşa xwe, li kêlek rêjîmê rawestiya, bi wê yekê hijmarek mezin ji xaka Sûriyê careke din ji rêjîmê re vegerand .Yek ji bajarên girîng yên ku rêjîmê careke din desteser kiriye bajarê Helebê di dawiya 2016an de bû, herwiha hin herêmên Rojhilata Sûriyê ku piştî topbaran û bombebaraneke bihêz ew herêm xiste bin hejmûna rêjîmê de .
Heman sînaro li derdora Şama paytex, Humsê, Hemayê, Dera, û Quneytera çê bûn, bi piştevaniya Rûsiyê, rêjîmê ew herêm ji destê opozisyonê derxist û desteser kir . Li gor nexşeyên ku hatine belavkirin ku bi piştevaniya Rûsiyê, 50 ji sedî ji xaka Sûriyê hatiye vegerandin
Di vê derbarê de Tora Sûriyê ya mafê Mirovan raportek li ser qurbaniyên destêwerdana Rûsiyê di Sûriyê de bekav kiriye :
6 hezar û 686 sivîl jiyana xwe ji dest dane
Di nav wan de 808 jin û 928 zarok in
Ji Îlona 2015an ta 2019an bûne qurbanî
Li gor heman jêderê ku amarên hatine diyarkirin qurbaniyên ku nasnameyên nediyar wan li xwe negirtiye, tekez jî kiriye ku qurbanî bi du caran ji amarên hatine ragihandin, zêdetir in
Tora Sûriyê amaje kiriye ku di sala yekem ya destêwerdana Rûsiyê ango ji 2015an ta 2016an:
3 hezar û 734 welatî jiyana xwe ji dest dane
Di sala duyem de ta 2017an 1000 û 547 welatî jiyan xwe ji dest dane
Di sala sêyem de ta 2018an 958 welatî jiyana xwe ji dest dane
Sala çarem ta 2019an 447 welatî jiyan xwe ji dest dane
Ziyan û derdanên êrîşên Rûsiyê li paş xwe hiştine :
83 caran herêmên niştecûbûnê kiriye armanc di encamê de 201 Dibistan , 190 Navendên Tendirustiyê , 56 Bazar têk birine
Ji bilî wê yekê ji ber gurbûna êrîşên esmanî û bejayî
3.3 milyon ji malên xwe derketine û derbider bûne
Tora navbûrî di raporta xwe 335 komkujî di çarçoveya 4 salên bûrî de belge kiriye ku her 5 sivîl wek komkujiyek binav kiriye
Tevî ku Rûsiya yek ji welatên gerntîdar bi Îran û Turkiyê ji herêmên kêmkirina asta şer re ye, lê her dem wê rêkeftinê bin pê dike û wan herêman dike armanc. Bi wê binpêkirinê gelek cih ku di herêmên rêkeftinê bûn, xistin bin destê xwe de, û xelkê wê yên resen derbider kir, û piraniya wan bajar û bajarokan wek kavil mane.
Ş.E
583
