20 kuştî û birîndar.. Bingihên milîsan li Dêrazorê hatin armanckirin
Balafirên Emerîkî hejmarek bingihên milîsên ser bi Îranê ve li bajarê Bokemal yê Dêrazorê, armanc kir.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got: "Di encama 9 êrîşên Emerîkî de, nêzîkî 20 endam ji milîsên ser bi Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin".
Herweha amaje kir ku regeznameyên çend kuştiyekî ji wan, ne Sûrî ne.
Li gor Jêderên xwecihî, balafirên Emerîkî embarên çekan yê milîsan li Bokemal armanc kirine, serbarî armanckirina karwanekî barhilgirên leşkerî li nêzîkî sînorê Sûrî Iraqî.
Beriya niha û weke bersivdan ji êrîşên li dijî hêzên Emerîkî re, Serkirdayetiya Navendî ya Emerîkî ragihand ku wê di 26ê Berçileyê de, hejmarek êrîş li dijî milîsên ser bi ve li Iraqê, encam dane.
Ji despêka şerê di navbera Hemas û Israîlê de, bingehên Emerîkî li Sûriya û Iraqê, rastî bêtirî 110 êrîşan hatine.
272
