Balafirxaneya Şamê dest bi kar dike

Balafirxaneya Şamê dest bi kar dike

Oct 18 2023

Ragihandina fermî ya ser bi Rêjîma Sûrî ve got ku Balafirxaneya Şamê ya Navdewletî, careke din dest bi kar dike.

Ragihandina Rêjîmê ji Basim Mensûr rêvebirê Kompaniya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl ya Sûrî veguhastiye: " Ji nîvroya roja Çarşemê, 18ê Cotmehê, Balafirxaneya Şamê dest bi kar dike.

Beriya 2 rojan Wezareta Veguhastinê ya bi ser Rêjîmê ve ragihandibû: "Balafirxaneya Helebê di 16ê Cotmehê de dest bi kar dike. Kompaniyên Balfirvaniyê dikarin her du balafirxaneyên Heleb û Laziqiyê li şûna ya Şamê bi kar bînin".

Roja Pêncşemê, 12ê Cotmehê, balafirên şer yên Israîlê her du balafirxaneyên Şam û Helebê armanc kirin û di encamê de ji kar ketin.

378