Kurdekî Efrînê ji qehra desteserkirina malî wî re şehîd bû

Kurdekî Efrînê ji qehra desteserkirina malî wî re şehîd bû

Mar 28 2020

ARK NEWS... Rêxistina Mafê Mirovan li Efrîna Rojavayê Kurdistanê duh 27ê Adara 2020î, ragihand ku welatiyekî Kurd ji qehra desteserkirina mala wî ji aliyê çekdaran ve, sehîd bû.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de da zanîn ku, welatiyê bi navê Rifet Yasîn Xelîl ji gundê Berava ji ber desteserkirina mala wî ji aliyê çekdarên Sultan Mûrad ve, ji qehra re jiyan xwe ji dest da.

Heman jêderê tekez kir ku, tevî hewlên berdewam ji bo vegerandina mala xwe re, lê bêsûd bû ji ber ku çekdarên desteser kirine kesên nêzîkî Wezîrê Berevaniyê Lîwa Selîm Idrîs in.

Rêxistinê tekez kiribû ku ji ber desteserkirinê welatiyê bi temen di xaniyeke bikirê ji xwe re girtibû, lewma bû sedema jiyanjidestana wî.

Ş.E

470