Nivîsgeha Serok Barzanî sersaxî ji malbata helbestvan Cegerxwîn re xwest

Nivîsgeha Serok Barzanî sersaxî ji malbata helbestvan Cegerxwîn re xwest

Mar 28 2020

ARK NEWS... Nivîsgeha Serok Mesûd Barzanî, nameyek sersaxiyê bi koçadawiya Kîsra kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn belav kir, tê de ji Xwedayê Mezin xwest ku di bihuşta rengîn de şa bike, û aramî ji malbat û hezkiriyên wî re xwest.
Naveroka nameyê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve, nûçeya koça dawî ya Keyo Cigerxwîn kurê Cigerxwînê şaîrê navdarê Kurd gihîşt me ku li welatê Swêdê ji ber nexweşiyê koça dawî kiriye. Sersaxî û hevsoziya xwe ji bo malbat û kesukar û nasên xwedê jêrazî Keyo Cigerxwîn radigihînîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Baregeha Barzanî
27.03.2020

301