Kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn ji ber koronayê çû ber dilovaniya Xwedê

Kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn ji ber koronayê çû ber dilovaniya Xwedê

Mar 27 2020

ARK NEWS... Duh roja 26ê Adara 2020î, li Stokholmê, kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn ji ber koronayê çû ber dilovaniya Xwedê.

Jêderan tekez kirin: Kîsra kurê helbestvanê navdar Cexerxwîn, di nexwexaneyekê de li Stokholmê, çû ber dilovaniya Xwedê, û koça dawiyê kir.

Heman jêderan ameje bi wê yekê kir: Kîsra hilgirê koronayê bû, û ji beriya çend rojan ve di bin çavdêriya tendirustî de bû.

Kîsra kurê helbestvanê navdar Cegerxwîn di temenê 84 salî xatira xwe xwest. Bi xwe jî endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê bû.

Ş.E

477