ZÛLMA PKK/PYD-Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…

ZÛLMA PKK/PYD-Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…

Jul 25 2021

ZÛLMA PKK/PYD-Ê LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DOM DIKE…
Îbrahîm Kuçlu

Li Rojavayê Kurdistanê zûlma PKK/PYDê bi şidet dom dike. Kurdperwer tên revandin û li wan êşkence kirin û tên kûştin..

Çekdarên PYDê roja 17ê Tîrmeha 2021ê, 3 endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û karmendekê madyayê ji Qamişlo û derdora Dêrikê revandin.

Malpera fermî ya PDK-Sê dide xûyakirin ku; “Çekdarên PYDê şeva borî li bajarê Qamişlo Desteya endamê Rawêjkariyê ya PDK-Sê Mihemed Deham Eyo û endamê Encûmena Şaxê PDK-Sê Izedîn Mela revandin. Çekdarên PYDê şeva borî jî endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Mihemed Ehmed Salih li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve revand.”

Li gorî malpera PDK-Sê, heta niha ti agahî û zanyarî li ser her sê endamên wan ên revandî tune ne û tometên li ser wan hatine sepandin ne diyar in.

Ji aliyekî din ve jî kenala ARK TV ragihand, çekdarên PYDê şeva borî peyamnêrê wan Barzan Husên ji bajarokê Girkê Legê revand û çarenivîsa wî ne diyar e.

Berî 3 rojan jî asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) yê bi navê Feramez Ebdulkerîm Hecî Ebdê li revandibû.

Revandina van endamên PDK-Sê di demekê de ye, endamê PDK-Sê Emîn Îsa Elî piştî ku ji aliyê asayîşa Rojavayê Kurdistanê ve hatibû binçavkirin, termê wî radestî malbata wî hatibû kirin. PDK-S û Malbata wî jî dibêjin, Emîn di bin eşkenceyeke tund de hatiye kuştin.

Ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê Kurd dike

Wek min li rêzên jor jî diyar kir: Li rojavayê Kurdistanê çekdarên PYDê cardin destpêkirine endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriye direvînin û di derbarê wan de tu agahdariyekî nadin. Ji bo van bûyeran û revandina endamên PDKSê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye roja 18.7.2021ê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Li gel berdewamiya şert û mercên dijwar ên jiyana gelê me , kiryarên zordarî û tirsandina komên çekdar ên girêdayî hêzên ewlehiyê yên partiya PYDêjî berdewamin. Şeva borî, destpêkirin û hinek kadroyên Partiya me revandin.

Herweha parti di daxûyaniya xwe de behsa kesên revandî dike û nave wan eşkere dike:

Mihemed Salih Ehmed, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Çilaxa

Ezedin Abidin Mehmûd, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Qamişlo

– Mihemed Daham Ayo, endamê desteya şêwirmendiya partiya me û serokê berê yê encûmena herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Qamişlo.

– Barzan Huseyîn, endamê meclîsa mentiqî ya partiya me li Girêkê Legê

Sêşema borî, 13ê Tîrmehê, heval Feremez Abdul Karim Ali ji Derek, û di 22 Gulan de, heval Abdul Ghaffar Mihemed ji Çilaxa Agha hatibûn revandin.

PDKS dibêje: Bi van kiryarên tirsandinê û siyaseta bêdengkirina xelkê bi tenê tûkçûna karasayetî ya reveberîyê dide nîşandan., ji ber ku ew li hincetekê digere da ku raya dijber bişkîne û bi zora çekan otorîteyek de-facto ferz bike.

PDKS berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje ku; Em di Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de di demekê de ku em van kiryarên zordar û binpêkirinên mezin, ku berevajî rêgezên bingehîn ên maf û azadiyên mirovî ne û ji pêşeroj û doza gelê me re xizmetê nakin, û herweha hewldanên ji bo serfiraziya yekrêziya Kurda bi sînor dikin.

Em bangî dezgehên navneteweyî dikin ku erkên xwe pêk bînin da ku pêşî li binpêkirinên li dijî kadroyên Konseyê bigirin, û em bangî gelê xwe, hêzên wan ên netewî, dezgehên sivîl û hêzên Kurdistanî jî dikin ku xwedî helwestbin . Em piştrast dikin ku ev kiryar bi tenê xizmeta dijminên gelê me yê Kurd û hemû gelên herêmê dike.

Stenbol, 23. 07. 2021



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

883