Serokê Emerîkayê nameyek ji Serokê Kurdistanê re şand
Mar 27 2020
ARK NEWS... Duh 26ê Adara 2020î, Serokê Emerîkayê Donald Tramp nameyek ji Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta Cejna Newrozê şand tê de pîrozbahiyên xwe jê re pêşkêş kirin. Naveroka nameyê ev e:
Birêz cenabê
Serok Nêçîrvan Barzanî
Herêma Kurdistanê
Komara Iraqê
Birêz cenabê Serok
Bi navê gelê Emerîka, hêviya newrozeke xweş ji bo we û gelê Herêma Kurdistana Iraqê dixwazim.
Me bi hev re destkeftên mezin li dijî DAIŞê bi dest ve anîn. Em bi hêvî ne ku derfetên nû ji bo bihêzkirina peywendiyên me yên abûrî û ewlehî yên li gel hikûmeta we de pêk bên.
Li gel rêzên min.
443
