Çekdarne ser bi QSD ve zarokek din li Helebê revand

Çekdarne ser bi QSD ve zarokek din li Helebê revand

Nov 10 2023

Çekdarên binavê Ciwanên Şoreşger ser bi QSD ve berî 2 rojan, 08.11.2023, zaroka bi navê Sibriye Şiyar Misto, temen 13 salî, ji taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê revandin.

Zaroka binavê Sibriye Şiyar Misto û Dayika wê binavê Rohlat e û xelka gundê (Umer Simo) li nahiya Şeran ser bi bajarê Efrînê ve ye û digel malbata xwe li Taxa Şêxmeqsûd li bajarê Helebê dijî.

Li gorî hevalên zaroka binavê Sibriye dane zanîn, demjimêr 4ê ber êvarî bû, dema dewama wê ya dibistanê bi dawî hat, ew bi Otombîleke ji core Van, rengê Reş hat revandin.

Zaroka binavê Sibriye temen 13 salî bû, pola 7 ê amedeyî xwend.

307