Zincîran biqetînin, pîlanan pûç bikin û vegerin Efrînê

Zincîran biqetînin, pîlanan pûç bikin û vegerin Efrînê

Jul 31 2021

Zincîran biqetînin, pîlanan pûç bikin û vegerin Efrînê
Şêxo Efrînî

Zêdetirî 3ê sal li ser şeperzebûna şêniyên kurd yên Efrînê li çol û biyabanan, li kampên Sehbayê yên li derdora Helebê re derbas dibin, ta niha beşek mezin ji wan derbideran di wê baweriyê de ne ku, PYDê dê Efrînê vegerîne.

Dema degîrkiriya Turkiyê di 21ê Çileya 2018an de dest pê kiriye ku, 58 rojan şer navbera Turkiyê û PYDê de berdewam kir piştre pêla derbiderî, koçkirin û derxistina neçarî dest pê kir, PYDê ji şêniyên Efrînê re kon vedan, kamp çê kirin.

Ji 2018an ve, PYDê derbideran dixapîne û dibêje dema rêzgarkirina Efrînê nêzîk bûye, lê bi rastî sozine derewîn in, lewma divê xelkê me vegerin û sînoran nehêlin, bi çi şêweyî be derbider divê vegerin; ji ber ku doseya Efrînê bi 2254 ve girêdayî ye, cîbicîkirina wê biryara dûr e û zehmet e.

Ji bo çi em dibêjin bila vegerin; ji ber ku eger kurd li Efrînê bibin piranî, desthelatdariya dagîkeriya Turkiyê û nandozên dê kêm dibe û binpêkirin hêdî hêdî namînin. Ya herî girîn dê li ser axa xwe bin, ew jî pîroztirîn berxwedan e.

Nêzîkî 4 sal dibin, PYDê ew kamp mayîn kirine û dorpêç kirine, gelo çima nahêlin derbider vegerin? Qey ji bo kantona xwe ji dest nedin? Yan mebest in din hene!! Lewma çareseriya Efrînê ya demkî û di vê dema niha, di vegerê de ye, da ku nebin weke penaberên Filistînê 1948 divê vegerin.

Bi vê helkeftê ez eniya her malbatekê vegeriyaye maç dikim, bi hêvî me her malbatek vegere û xwedî li mal û mulkên xwe derkeve, bila kon ji berxwedêrên kampan re bimînin.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

639