Makron daxwaza lidarxistina lûtkeyeke çaralî derbarê Idlibê dike
Feb 23 2020
ARK NEWS... Serokê Firensayê daxwaza li darxistina lûtkeyeke çaralî ji bo gotûbêjkirina rewşa bajarê Idilbê kir, da ku çareseriyek bilez jê re were dîtin.
Îmanwêl Makron serokê Firensayê piştî bidawîhatina lûtkeya Biroksilê ragihand, ku pêwîst e lûtkeyeke bilez navbera Firensa , Elmaniya , Rûsiya û Turkiyê de derbarê rewşa Idilbê were lidarxistin.
Herwiha Îmanwêl Makron da zanîn, ku êrîşên rêjîma Esed bi piştevaniya Rûsiya li Idilbê têne encamdan , û pêwîst e piştevaniya Rûsya ji rêjîma Esed re were rawestandin.
400