Deryaya Spî zarokê Efrînî "Seydo" bi xwena wî ve daqurtand
Mar 03 2020
ARK NEWS... Duh 2yê Adara 2020î, dema ku zarokekî Kurd bi dayîka xwe re hewil didan berê xwe ji Turkiyê bidin Yûnanê, belema wan binav bû, di encamê de, zarokê Kurd jiyana xwe ji dest da.
Li gor ahagiyên ber destê ARKê ketine: Zarokê bi navê Seydo Qasim Qasim dema hewil dida bi dayîka xwe re, xwe bigihînin Yûnanê, belema wan binav bû, di encamê de jiyana xwe ji dest da, lê dayîk rizgar bû.
Zarokê Kurd Seydo Qasim xelkê gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, bi tenê 5 salî ye, hîn jî nehatiye zanîn ku termê wî hatiye dîtin yan na.
Ş.E
601
