Wezîra Berevaniyê ya Elmaniya: Alîkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Wezîra Berevaniyê ya Elmaniya: Alîkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bin

Feb 15 2020

ARK NEWS... Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê Angirêt Kiramp Karenbaro pesna rewşa aram û asayişa Herêma Kurdistanê da û amaje bi berdewambûna hevkarî û rahênana Hêza Pêşmerge kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya konferansa Miyûnêx de li gel Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê Angirêt Kiramp Karenbaro civiya.

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê kombûnê de gotûbêj li ser rewşa Iraq û navçeyê û geşepêdana peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Elmanyayê de hatin kirin.

Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê pesna rewşa aram û asayişa Herêma Kurdistanê da û amaje bi berdewambûna hevkarî û rahênana Hêza Pêşmerge kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya Elmanyayê kir wek beşek ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî terorê, bo berdewamkirina hevkariya li gel Hêza Pêşmerge.

Herwiha Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê jî kir ku DAIŞ metirsiyeke cidî ye bo ser asayişa cîhanê

895