Serok hatina meha Remezana pîroz li musilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz dike
ARK NEWS... Serok Barzanî bi helkefta hatina meha Remezanê, di peyamek da pîrozbahiyê li musilmanên Kurdistan û cîhanê kir. Ev jî naveroka wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
(Şehr remezan allezî anezil fiye alquran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
- Sadaq allah al azîm-
Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina meha Remezanê ji bo gelê Kurdistan û Iraq û hemû mirovayetiyê bibê cihê xêr û xweşiyê û dawî hatina nexweşiyan û asayîbûna jiyanê, her wiha ji bo hemû mirovayetiyê bibe dawî hatina teror û tundrewî û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê.
Mesûd Barzanî
30 Şaban 1441 Koçî
23.04.2020 Zayînî
691
