Yekîtiya Ewropa daxwaz ji Danîmarkê kir penaberan bi neçarî dernexîne

Yekîtiya Ewropa daxwaz ji Danîmarkê kir penaberan bi neçarî dernexîne

May 11 2021

ARK NEWS... Komisyona karûbarên navxweyî ya Ewropayê Elva Johanson di kongirekî rojnamevanî de li Biroksilê got, ku nabe tu kes bi neçarî vegere Sûriyê, herweha got ku ew bi wezîrê Danîmarkî yê peywendîdar bi vê mijarê re li ser biryara Danîmark ya vegerandina penaberên Sûriyê axivye, û wezîrê Danîmarkê tekez kiriye ku penaberên Sûriyê bi neçarî navegerin.

Komisyona navbûrî tekezî li ser giringya rêzgirtina desthelatên Danîmarkî ji nerînên komisyona karûbarên penaberan ya Netewên Yekgirtî derbarê rewşa Sûriyê kir.

Piştî ku Denîmark biryara vegerandina penaberên Sûriyê yên ku li bajarên wan aramî peyda bûye da, hejmarek ji rêxistinên Navdewletî di nav de rêxistina lêbûrya Navdewletî nerazîbûna xwe ji wê biryarê dane diyarkirin û gotin ku ew biryar nayê pejrandin.

612