5 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Mihemed Reşîd re derbas dibin

5 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Mihemed Reşîd re derbas dibin

Apr 09 2020

ARK NEWS... Îro 9ê Nisanê 2020î, 5 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Reşîd Ehmed re, derbas dibin.

Pêşmerge Mihemed kî ye?

Şehîdê Pêşmerge Mihemed Reşîd Ehmed xelkê gundê Gêrê yê ser bi Girkê Legê yê Dêrika Rojavayê Kuristanê ye, ji malbateke welatparêz û niştîmanperwer ji dayîk bûye.

Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe di sala 1983-1988 xwendiye, bi mebesta kar bi bavê xwe re berê xwe da Şama paytexta Sûriyê.

Sala 1994an, tevlî leşkeriya neçar ya rêjîma Sûriyê bû, û piştî du salan bi dawî anî.

Şehîdê Pêşmerge Mihemed Reşîd Ehmed, di sala 2003an de, jiyana hevjîniyê pêk aniye, û bi mebesta dabînkirina debara jiyana malbata xwe wek nobedar li baxçayekê de kar kir.

Di despêka şerê Sûriyê ji ber rewşa tevlîheviyê neçar bû di 20/11/2012an de berê xwe bibe Herêma Kurdistanê û li Sêmêla Duhokê niştecî bû.

Di xula 5an ya Pêşmergeyan li Xinsê di fewca 3an tevlî wê xulê bû, û wek ajokarê otombêla doşka cihê xwe girit. Piştre ji bo ajokariya Rêveberiya Fewcê hat destnîşankirin.

Di dema şer hatiye ser Kurdistanê de, di rizgarkirina Helûm û Çiyayê Helûm û Bercê Eskî Mûsilê beşdar kir.

Şehîdê Pêşmerge Mihemed Reşîd Ehmed bi rewşt û danûstandina xwe ya nerim navdar bû, û bi erkê xwe li hember rêheval û dostên xwe radibû.

Di 9/4/2015an de dema bi erkê xwe di dabeşkirina xwarin û pêdiviyên Pêşmergeyan radibû rastî guleyeke nîşanvanekî DAIŞa teror hat, di encamê de şehîd bû .

Bi beşdariyeke mezin ji şêniyên herêmên Rojavayê Kurdistanê Şehîdê Pêşmerge Mihemed Reşîd Ehmed li gundê xwe Gêrê bi xakê hat spartin û her sal bîranîna wî tê vejandin.

Ş.E

303