Hisko ji ARKê behsa tendirustiya xebatkar Wanlî û hevjîna wî dike

Hisko ji ARKê behsa tendirustiya xebatkar Wanlî û hevjîna wî dike

Apr 05 2020

ARK NEWS... Piştî ku xebatkar Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî bi koronayê ketin, îro 5ê Nîsana 2020î, jêderekê nêzîkî wan ji ARKê re, behsa tendirustiya wan kir.

Şirovakarê siyasî Menla Hisko di çarçoveya beşdarbûna xwe di bûltena ARKê ya îro de got: Xebatkar Ebdulrehîm Wanlî û hevjîna wî ji ber pêketina bi koronayê di nexwexaneyeke Swêdê de ne.

Navbûrî herwiha tekez kir: Rewşa Wanlî aram e û baş e, lê ya hevjîna wî ne aram e, û di bin çavdêriya tund de ye.

Ebdulrehîm Wanlî, yek ji xebatkarên kevin e, di El Partî de ku ew partî niha bi PDK-Sê tê naskirin gelek xizmet kiriye, û rastî astengiyan di serdema Partiya Bas de hatibû. Niha ew û bi hevjîna xwe ve bi koronayê ketine, û çareseriya berdest ji wan tê kirin.

Ş.E

530