PDK-Sê li Nêmsayê dê salvegera şehîdbûna Nesredîn Birihik vejîne
ARK NEWS... Rêxistina Nêmsa ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, vexwendinek derbarê vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastî û kurdayetiyê Nesredîn Birhik blav kir.
Di vexwendina xwe de, rêxistna Nêmsa ya PDK-Sê belav kir: Wefadarî ji bo bîranîna pakrewan Nesredîn Birhik û canê pakrewanên kurd û Kurdistanê, rêxistina Nêmsa ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya, keyfxweşe bi vexwendin û amadebûna cemawer û tevgera Kurdistanî û revenda kurd li Nêmsa, ji bo vejandina heştemîn salvegera terorkirina pakrewanê gotina rastiyê Nesredîn Birhik.
li gor vexwendinê salvegera heştan ya terorkirina endamê Polîtbîroya PDK-Sê şehîd Birhik dê li bargeha Partî li Viyîna roja Şemiyê 22 Sibatê demjimêr 5 êvarê merasîmên salvegerê wî bi rê ve biçin û vexwendin giştî ye.
422
