
Rêya Qamişlo... Hûrguliyên êrîşa ser malbateke kurd
ARK NEWS... Li ser rêya Kobanê û Qamişlo, malbateke kurd rastî êrîşekê hatin, di encamê de jinek hat kuştin, û bira û zarokên wê birîndar bûn.
Jêderên agahdar ji ARKê anîn ziman ku Roken Elî Sîno, li ser rêya Kobanê û Qamişlo ji aliyê grûpeke çekdar nenas ve hatin kuştin, û zarokên wê jî birîndar bûn.
Ji aliyê xwe malpera Basnews li ser zarê dîdevanan eşkere kir ku dema malbatê ji Kobanê berê xwe didan Qamişlo, da ku serdana bavê xwe yê nexweş di nexweşaneya Qamşilo de bikin, rastî êrîşekê hatin, tê de Roken jiyan xwe ji dest da û zarokên wê herweha birayê wî birîndar bûn, û ji bo nexweşxaneyên Reqayê hatin veguhestin.
Heman jêderê bal kişandi ser wê yekê ku çekdaran pere û zêrên malbatê dizîn û reviyan, bê ku nasnameya wan diyar bibe.
Malbat ji gundê Eşqane li Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ne.
Ş.E
480