Çekdaran jinên Kurd revandin, û guhertina demoxrafî berdewam e
ARK NEWS .. Ji dema ku girûpên çekdar derbasî Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûye, ji wê demê ve ta roja îro kiryarên kuştin, revandin, desteserkirina ser malan, di derheqê Efrîniyan de berdewam e, û bi dehan di bin eşkenceyê de û di zîndanên çekdaran de, şehîd bûne.
Ji bilî revandina welatiyên ji regeza mêran, êdî jin û pîr û welatiyên bi temen bi tometên cuda cuda tênê revandin. Di çarçoveya heyva bûrî de bi dehan ji Kurdên herêmê hatine revandin .
Li gor jêderên xwecihî û Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê ragihandine ku di 2/9/2019 li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şera, girûpên çekdar bêtir ji 10 welatiyan revandin, û di nav wan de jin û pîr û welatiyên bi temen hene .
Sedema wê hilmetê ew e ku tometa têkilî û peywendî bi PYDê re ye, û li hember serbestberdana wan banga pereyan dikin da ku werin berdan .
Navên hatine belgekirin ev in :
Letîfa Sîdo 35 salî
Emîra Şêx Ehme 60 salî
Mewlîde Ebdulrehman 52 salî
Nebîha Xelîl 55 salî
Wîdad Yûsif Weqas 61 salî
Herwiha Mudtefa Camo 30 salî
Edhem Umer Mecîd 50 salî
Horo Menan Osman 53 salî
Hesen Ehmed 27 salî .
Di heman rojê de di 2/9/2019 girûpên çekdar bi hilmetekê li gundê Maratê yê ser bi Efrînê ve rabûn, û bi dehan ji wî gundî jî revandinbûn .
Jêderên ragihandinî dane xuyakirin ku di çarçoveya meha bûrî di Tebaxê de, derdora 80 ji welatiyên Kurd hatine revandin û çarenivîsa biraniya wan ne diyar e .
Her di berdewamiya binpêkirinan di derheqê Kurdan de, û guhertina demoxrafiya herêmê çekdarên Emşat li gundê Germitliq bi zorê welatiyê bi navê Hikmet Henîf ji mal derxit da ku malbateke ereb di şûna wî de bi cî bikin .
Şerê Idlibê bandoreke xerap li ser Efrînê kir ku bi sedan malabat di herêmê de hatib bicîkirin.
Ş.E
611
