Şandeyê taybet yê Rûsiyê bo Sûriyê : tu operasyonên leşkerî li ser Idlibê nayên kirin

Şandeyê taybet yê Rûsiyê bo Sûriyê : tu operasyonên leşkerî li ser Idlibê nayên kirin

Aug 01 2018

ARK.NEWS .. Şandeyê taybet yê Serokê Rûsiyê ji bo Sûriyê ragihand ku ew bi tu operasyonên leşkerî yên berfireh li Idlibê ranabin .

Eliskender Levrentîf roja Sêşemê 31/7/2018 piştî bidawîhatina civînên Astana di kongireke rojnamevanî de tekez kir ku pêwîste karê terorê li wan deveran were rawestandin lewma wan bang li opozisyonê kiriye ku di vê derbarê de alîkar bin.

Levrentîf herwiha da zanîn ku girûpên opozisyonê yêm mayan rew û nerim û hevalên wan di artêşa Turkiyê de parastina wê deverê anko Idlibê li xwe girtine û ew di parastinê de wê serkevin.

Di heman demê de Eliskender Levrentîf şandeyê taybet yê Serokê Rûsiyê ji bo Sûriyê de bal kişand ser gef û tehdîdan û got di heyva bûrî de 26 ji balafirên bê balafir hatin xwar û ew bê deng namînin û ew ê bi her karekî û rêkarekî di bingeha Himêmîm ji bo parastina leşkerên xwe rabin.

Di 29/7/2018 di lêdwaneke rojnamevanî de Salih Muslim hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê tekez kiribû ku ew ê beşdariyê di şerê Idlibê de bikin û rêkeftina wan bi Hevpeymaniya Navdewletî re şerê terorê ye her hebûnek ji girûpên terorîst li ser xaka Sûriyê wek gef û tehdîdek ji wan re û Sûriya û gelê wê re ye û divê şerê wan were kirin.

Di heman rojê Serokê Turkiyê Receb Teyb Erdogan gotibû ku her êrîşek ji aliyê rêjîma Sûriyê ve were ser parêzgeha Idlibê nayê pejirandin û bal kişand ser wê yekê ku xalên çavdêriyê li wê deverê hene û ew yek bi hevşanê xwe yê Rûsiyê re gengeşe kiriye.

Herwiha serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ragihandibû ew ê beşdariyê di şerê Idlibê de bikin û Serokê rêjîmê gotibû ki Idlibê ji pêşkariyê wan e .

Li gor rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ku lihevhatinek navbera girûpên çekdar de derbarê amadekariya şer li Idlibê çêbû ye .





874