Endamekî PDK-Sê çû ber dilovaniya Xwedê

Endamekî PDK-Sê çû ber dilovaniya Xwedê

Feb 09 2020

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo endamekî Eencûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya koça xwe ya dawî kir, û çû ber dilovaniya Xwedê.

Roja Yekşemê 08.02.2020, Ebdulezîz bavê Kawa endamekî Encûmena Şaxî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di encama kirîzeke dil de koça xwe ya dawî kir, û li goristana taxa Qidûr Beg bi beşdariyeke cemawerî û beşdariya kadir û serkirdeyên PDK-Sê bi xak hat spartin.

Ebdulezîz bavê Kawa xelkê gundê Girê Pirê ya ser bi bajarokê Çil Axa ve ya Dêrikê ye, û ji nişteciyên taxa Qidûr Beg ya bajarê Qamişlo ye.

452