Kobanê… ENKSê yekemîn nivîsgeha xwe vekir

Kobanê… ENKSê yekemîn nivîsgeha xwe vekir

Feb 05 2020

ARK NEWS… Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh, 4ê Sibata 2020î, bi fermî nivîsgeheke xwe li Rojavayê Kurdistanê vekir.

Muslim Mihemed, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, ji Dezgeha ARKê re ragihand: ENKSê bi fermî nivîsgeha xwe ya li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê vekir.

Vekirna ENKSê ji nivîsgeha xwe re, piştî wê yekê hat ku, ENKSê di rêya daxuyaniyeke fermî re biryar dabû ku nivîsgehên xwe veke.

Ji aliyê xwe ve, her yek ji QSDê û MSDê, pêşwazî li biryara ENKSê kir, û ew gav bi girîng û rast bi nav kiribûn.

Ş.E

871