Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir

Mesrûr Barzanî û Balyozê Swêdê tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan kir

Feb 03 2020

ARK NEWS... Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşema 2.2.2020 pêşwazî li Balyozê Swêdê yê nû li Iraqê Lars Ronnas kir û di wê hevdîtinê de herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe.

Di hevdîtinê de, gotûbêj derbarê rewşa niha ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê de hatin kirin. Herdu aliyan pêdagirî li ser pêwîstiya arambûna Iraq û navçeyê kirin.

Balyoza Swêdê amadehiya welatê xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re û handana webirhênerên welatê xwe ji bo webirhênanê li Herêma Kurdistanê bikin derbirî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêviya serkeftinê ji Balyozê Swêdê yê nû di erkên wî de xwast û pesnê rol û beşdariya Swêdê di Hevpeymaniya Navdewletî bo rûbirûbûna DAIŞ de da.

550