Li Rojavayê Kurdistanê 77 rewşên pêketinê yên nû hatin tomarkirin

Li Rojavayê Kurdistanê 77 rewşên pêketinê yên nû hatin tomarkirin

Nov 30 2020

ARK NEWS.. Li Rojavayê Kordistanê 77 kesên din bi Koronayê ketine.

Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYDê ve ragihandiye ku di 24 demijmêrên bûrî de 77 kesên nû bi Koronayê ketine , 13 kes baş bûne , û 6 kesan jî canê xwe ji dest dane، 3 kes li Şehbayê, 2 kes li Qamişlo û 1 kes li Hesekê .

Heman Desteyê da diyarkirin ku ji koma pêketiyan:
9 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 9 kes li Dêrikê, 1 kes li Amûdê, 5 kes li Kobanê, 9 li Tebqa, 11 li Reqa, 3 li Minbicê û 23 kes li Şehbayê ne.

Li gorî amarên Desteya Tenduristî ya bi ser Rêveberiya PYD ku hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li seranserî Rojavayê Kurdistanê giheştiye 7031 kesî , ji wê jimareyê 1032 kes baş bûne , û 195 kesan jî canê xwe ji dest dane .

388