Karên kongira 5an ya Xwecihiya Nerwêcê ya ENKSê bi dawî hat

Karên kongira 5an ya Xwecihiya Nerwêcê ya ENKSê bi dawî hat

Jan 20 2020

ARK NEWS .. Karê kongira 5an ya xwechiya Nerwêc ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di bin diruşma berev yekrêziya navmala Kurdî û rola encûmenê pêşbêxin da ku bibe nûnerê rastî ji bo pirojeya Netewa Kurdî li Kurdistana Sûriyê bi dawî hat .

Di roja Şemiyê 18/1/2020/ kongira 5an ya xwecehiya Nerwêc ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hat lidarxistin, di kongirê de ji bilî endamên xwecehiyê bi dehan ji kesayetiyên serbixwe û nûnerên hejmarek ji partiyên Kurdistanî weku mêvan peşdar bûn, û gurzên gulan û peyamên pîrozbahiyê pêşkêşî wan kirin , Herwiha hejmarek gotin jî pêşkêşkririn.

Di nav wan de:

1- Partiya Demokrata Kurdistanê
2- Partiya Demokrata Kurdistanî - Îran
3- Partiya Demokrata Kurdistan - Bakûr
4-Partiya Azadî Kurdistan –Bakur
5-Partiya Komele Şoreşkîranî Zehmetkêşanî Kurdistanê Îran
6- Partiya Demuqrat a Kurdistan (Rojhelat )
7-Dezgeha Şehîd Şêx Me'şûq Elxiznewî
8-Fîdrasîwna Komlê Kurdî
9-Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan – Şaxê awslo
10-Rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistan –Şaxêa wistfold
11- Kesayetiyên siyasî – Salar Şwanî
12-Kesayetiyê siyasî – Enwer Boya

Herwiha Siûd Elmela serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê silavên xwe û niyazên xwe di serkeftina karê konfiransê di rêya Mustefa Cim'e endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya şand.

Di dawiya kongireyê de hejmarek ji serxwebûyan daku tevlî komîteyên xwecehî bibin hatin hilbjartin , piştire konfirans bi sirûda Netewî ya Ey Reqîb bidawî hat.

308