Hûrguliyên êrîşa PKKê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Hûrguliyên êrîşa PKKê li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê

Jul 25 2021

ARK NEWS... Careke din çekdarên PKKê destrêjî li xaka herêma Kurdistanê kir û êrîşî xala hêzên Pêşmergeyan kir.

Êrîş duh 24ê Tîrmeha 2021ê, li sînorê navçeya Amîdiyê ya parêzgeha Duhokê hat encamdan, lê tu ziyan nehatin tomarkirin.

Fermaderê hêzên Pêşmerge Cemal Îmînkî serokerkanê pêşmergeyên Kurdistanê ji malpera Basnews re ragihand ku çekdarên PKKê di sibeha îro de li çiyayê Metîna êrîşî hêzên Pêşmergeyan, dema li ser erkê xwe bûn kir. Da zanîn jî ku êrîşa PKKê bi mebersta şehîdkirina Pêşmergeyan hatibû encamdan, lê tu ziyan nebûn, herweha hêzên Pêşmergeyan jî bersiva xwe da.

Navbûrî bang li PKKê kir ku rêzê li serweriya xaka herêma Kurdistanê û dezgehên wê bigire û dest ji afrandina pirsgirêk ji herêmê re berdin.

Ev e ne cara yekê ye ku çekdarên PKKê êrîşî xaka herêma Kurdistanê ya rizgarkirî dikin ku di 5ê Hizêrana bûrî de li heman çiyayî 5 Pêşmerge bi destê PKKê hatibûn şehîdkirin û 6 din jî birîndar bibûn, piştre bi çend rojan li sînorê Derkarê yê Zaxo pêşmergeyekî din dema li ser erkê xwe bû şehîd ket, di Mijdara bûrî jî li Çemankê hejmarek Pêşmerge bi destê PKKê şehîd ketibûn.

Ş.E

751