ENKSê ev mijar û babet bi Cêmis Cêfrî re gotûbêj kirin

ENKSê ev mijar û babet bi Cêmis Cêfrî re gotûbêj kirin

Jan 12 2020

ARK NEWS .. Roja Şemiyê 11ê Çileya 2020î, Şandeke Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê li gel şandiyê taybetê Emerîka bo Sûriyê civînek encam da .

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li gel Cêmis Cêfrî şandiyê Emerîka yê taybet bo Sûriyê civînek derbarê dawîn pêşhateyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê encam da .

Herwiha beriya wê jî şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê civînek li gel berpirsyarên Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê encam da.

li gor ku Mihemed Ismaîl ji ARKê re ragihandiye ku di civînê de, behsa yekrêziya mala Kurdî, û rewş û pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin kirin.

Navbûrî da zanîn jî ku, binpêkirinên li Efrîn û Girê Spî û Serê Kaniyê rû didin, beşeke berçav ji civînê li xwe girt.

Şanda ENKSê ji Mihemed Ismaîl , Fêsel Yûsif , û Ne'mt Dawd Silêman Oso, endamên desteya serokatiya ENKSê, û Kamîran Haco serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê pêk tê.

ARK

281