Çar sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Selah Mihemed Seîd re derbas dibin
Jan 05 2020
ARK NEWS ..Îro, roja Yekşemê, 5ê Çileya 2020î, 4 sal ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd re derbas dibin.
Şehîdê Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Selah Mihemed Seîd beriya 4 salan di rojeke weke îro de, di 5/1/2016 di dema di erkê xwe de bû li parêzgeha Duhokê rastî bûyereke hatûçûnê hat, di encam de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.
Pêşmergeyê Leşkerê Roj Selah Mihemed Seîd xelkê gundê Hesendêra yê navçeya Şera ya Efrînê ye û li goristana Kesnezan ya Hewlêra paytext bi xak hat spartin .
810
