Efrîn.. Li navçeya Mabeta agir bi sedan darên zeytûn û daristanê ket

Efrîn.. Li navçeya Mabeta agir bi sedan darên zeytûn û daristanê ket

Jul 01 2024

Di encama şewatê de bi sedan darên daristan û zeytûnan li çiyayên du gundên navçeya Mabata ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê şewitîn.

Jêderên xwecihî ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku îro Yekşemê (30.06.2024) agir bi zeviyên çandiniyê û daristanên gundên (Hisê û Brîmica) yên navçeya Mabata ya bajarê Efrînê ketiye.

Li gor jêderên xwecihî, îro Duşemê agir bi sedan darên daristanan û nêzîkî 400 darên zeytûnan li her du gundan ketibû hate controlkirin.

Roja Yekşemê (02.06.2024) agir bi daristanên çiyayê Bililê yê navçeya Raco ya bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ket.

192