Hevbendî û MSDê berê xwe didin Şamê

Hevbendî û MSDê berê xwe didin Şamê

Dec 30 2019

ARK NEWS .. Piştî seredana Elî Memlûk ji bo bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, şandek ji partiyên kurdî yên nêzîkî rêveberiya PYDê, vexwendinek ji rêjîma Sûriyê wergirtin, da ku berê xwe bidin Şama paytexta Sûriyê.

Malpera Basnews duh 29ê Berçileya 2019an, li ser zarê jêdereke xwe ragihand ku: Patiyên Encûmena Sûriya Demoqratîk MSDê, ku ji PYDê ve nêzîk in, û partiyên Hevbeniya Demoqrat, ku her yek ji Partiya Elwehdê ya Demoqrata Kurd, û partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyê, û hin partiyên din, vexwendinek ji lîwa Elî Memlûk, Serokê Nivîsgeha Ewlekariya Netewî ya rêjîma Sûriyê, wergirtin da ku seredana Şamê bikin.

Heman jêderê da zanîn jî: Mebesta vexwendina heman partiyan ji bo diyaloga çareserkirina doza Kurdî li Sûriyê hat.

Derbarê partiyên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, jêderê tekez kir ku tu vexwendin ji ENKSê re nehatiye, da ku beşdarî di diyalogê de dike.

Malpera Basnews li ser zarê jêdera ku bi nav nekiriye aniye ziman jî ku, şanda partiyên Kurdî yên MSDê û Hevbendiyê xwe amede dike da ku serdana Şamê bike û bi berpisên rêjîma Sûriyê di çarçoveya 48 demijmêrên bê de bicive.

Di serê heyva berçileya îsal de, Elî Memlûk serdana bajarê Qamişlo kir, ji wê demê ve ta niha tevî hin gotegot derbarê armanca seredanê hatin belavkirin, lê bi zelalî armancên rasteqîne nehatine xuyakirin, piştî seredana Memlûk, Umer Osê jî berê xwe da heman bajarê Kurdistanî, û ew seredan jî bi bê diyarkirina hûrguliyan derbas bû.
Ş.E

421