Rewşên mirinê bi Kolêra li bakurê rojavayê Sûriyê zêde bûne

Rewşên mirinê bi Kolêra li bakurê rojavayê Sûriyê zêde bûne

Nov 01 2023

Berevaniya Sivîl ya Sûrî ragihand ku hejmara rewşên mirin û pêketinê bi nexweşiya Kolêra li bakurê rojavayê Sûriyê bilind bûye.

Berevaniya sivîl di daxuyaniyekê de got: Hejmara rewşên mirinê bi kolêrayê guhiştiyê 25an, herweha 1111 rewşên pêketinê hatine tomarkirin.

Serbar kir ku tîmên wê helmetên xizmetguzariya avê û rakirina gilêş zêde kirine, û helmetên hişyarkirinê ji bo xweparastinê ji nexweşiyan berdewam in.

Ji Êlûna 2022yan ve kolêra li hejmarek navçeyên Sûriyê belav bûye, beriya neha jî Rêxistina Pizîşkên Bê Sînor daye xuyakirin ku jêrxaneya avê lawaz e û ev yek metirsiya zêdebûna nexweşiyên mîna kolêra zêde dike.

196