Serok Barzanî sersaxî ji xelkê Sine re xwest
ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî ji ber koçadawiya kesayetiya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê Dr. Esed Şêxulîslamî peyameke sersaxiyê ji malbata wî û xelkê bajarê Sine re şand.
Ev jî naveroka wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi mixabiniyeke zêde ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê akademî û navdarê bajarê Sine û damezrênerê beşê Fîqhî Şafîî li Zanîngeha Tehranê, Dr. Esed Şêxulîslamî" gihîşt me.
Sersaxiya xwe pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr. Esed Şêxulîslamî û hemû dost û mervên wan û hevkarên xwedê jêrazî li Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Kurdistan û xelkê xweşdiviyê bajarê Sine dikin û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin.
Ji xwedayê mezin hêvîdar in xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lillah We Inne Ileyhî Racîun
Mesûd Barzanî
02.01.2020”
528
