Mesrûr Barzanî: Kurdistan dê weke navenda pêkvejiyanê bimîne
ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyamek pîrozbahiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Pîrozbahiyekî germ li Xrîstiyanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdarim di hewayekî aram û rihet de cejna xwe derbas bikin.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Herêma Kurdistanê wek navenda pêkvejiyana netewî û olî dê bimîne. Em şanazin ku herêma Kurdistanê bûye penagehek bo mêvandariya sedan hezar koçber û penaber û nav wan de jî Xrîstiyanên Iraq û navçeyê hene.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêmterxemî nekiriye û dê berdewam jî be bo dabînkirina aramî, piştrastî û alîkarî dayîn hemû aliyên ji ber zulm û zordariyê hewara xwe tînin bo herêmê. Em hêvîdarin şer û belaya li navçeyê û cîhanê bi giştî jî bi dawî be û aştî, aramî û avadanî pêkbê.”
396
