Jiyana helbestvan Hamid Bedirxan di salvegera koçadawiya wî de

Jiyana helbestvan Hamid Bedirxan di salvegera koçadawiya wî de

Apr 29 2023

ARK NEWS... Di roja 29ê Nîsana 1996an, helbestvan Hamid Bedirxan koça dawiyê kir îro 27 salan derbas dibin.

Navê helbestvanê kurd Hamid Bedirxan, Murad Hesen Xidir e, ji navçeya Şiyê ya herêma Efrîna li Rojavayê Kurdistanê ye.

Sala 1924an li Şiyê ji dayîk bûye, navçeya Şiyê, dema biçûk bû berê xwe da Turkiyê, li Qirixanê bi cî bûn. Zanîngeha beşê zimanê Turkî bi dawî kir, herwiha peymangeha zimanê Fransî jî xwendiye.

Xwedî bêtir 30 dîwanên helbestan e, ew dîwan bi zimanên kurdî, erebî û turkî ne.

Li Turkiyê rastî astengiyan dihat, lewma dihat zîndanîkirin. Ji ber fişarên dewleta Turkiyê neçar bû careke din berê xwe bide Efrînê, ji wir berê xwe da Şama paytexta Sûriyê.

Li Şamê, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd nas kirin, wek Mîr Celadet Bedirxan, Cegerxwîn û Reşîd Hemo. Di 29ê Nîsana 1996an çû ber dilovaniya Xwedê û li navçeya Şiyê bi axê hat spartin.

415