Nûrî fermandeyekî kurd bi dereweke mezin bi nav kir

Nûrî fermandeyekî kurd bi dereweke mezin bi nav kir

Nov 30 2018

ARK NEWS .. Di dema beşdariyê di bernameyekê ser bi rêjîma Esed ve ekterê sûrî sivkatî bi fermandeyê kurd Selah Eldîn Eyûbî kir û gotinên nerast ser dîroka wî rahihand .

Ebas Nûrî ekterê sûrî li ser fermandeyê kurd Selah Eldîn Eyûbî got Selah Eldîn Eyûbî dereweke mezin e, û wî Qudis rizgar nekiriye , û Selah Eldîn Eyûbî bi apê xwe re kesek kuştin û berê xwe ji Iraqê dan Şamê.

Axaftinên Ebas Nûrî ekterê sûrî bi şêweyekî bi lez ser torên civakî belav bû, piraniya çalakvan û siyasetmedaran nerazîbûna xwe ji axaftinên Ebas Nûrî dan xuyakirin .

Ebas Nûrî ekterê sûrî yek ji alîgirên rêjîma Esed e, û ji bi nav û bangtirîn ekterên zincîra Bab El Hara ye, ku rola wî di wê zincîrê de li gor çalakvanan berûvejî jiyana wî ye.

Ş.E

716