Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya raporta xwe ya Sibatê belav kir

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya raporta xwe ya Sibatê belav kir

Mar 09 2023

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya raporta siyasî ya meha Sibatê derxsit, weke her car li ser girîngtirîn bûyer, helwêst, û pêşhateyên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Herêma Kurdistanê, û cîhanê rawestiyaye.

PDK-Sê ragihandiye ku bûyera herî girîng di sibatê de, kareseta erdheja 6ê mehê li Turkiyê, Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nexasim Efrîn û Cindirêsê û gundewarê wê bû, ku bi dehê hezaran bûne qurbanî serbarî sedê hezaran ji ziyandîtiyan, lê ya balkêş ew bû ku Netewên Yekgirtî dereng rêkar û tedbîrên xwe bo pêşkêşkirina alîkariyan û hawarçûna ziyandîtiyan standin, ku diviyabû, yekem alî ba biba destpêşxer û alîkarê ziyandîtiyan, ku piştî bêtir ji heftiyekê civîna xwe li dar xist, hin alî jî ev karesat weke encindeyên siyasî bi kar anîn, di serî de rêjîm Sûriyê dereng deriyên xwe yên sînor vekirin da ku alîkarî derbas bibin û derfetek bo asayîkirina peywendiyan bi kar anî.

PDK-Sê daye zanîn ku Turkiyê guhdan û girîngîdan da deverên xwe herweha rêjîma Sûriyê bi hawara deverên xwe de çû, bi tenê Efrîn û Cindirêsê alîkarî dereng gihiştine ji ber ne li din destê rêjîmê de ye û derveyî guhdan Turkiyê ye, heta ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi rasperdeya serok Mesûd Barzanî, bi hawar Efrînê ve çû, û şêniyên wê bi coş û heyecaneke mezin pêşwazî lê kir, serbarî serdana birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bo ziyandtiyan li Turkiyê û Bakurê Kurdistanê bo sedema sivkirina êş û azaran, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi bê cudahî alîkarî li ser kurd, ereb û turkan belav kirin, vekirina nivîsgeha dezgehê li Efrînê bû cihê dilrihetî û aramiyê li ba şêniyên Efrîn û Cindirêsê da ku ji nêzîk ve rewşa wan bişopîne û alîkariyan pêşkêş bike, di vê derbarê de jî Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya alîkariyên darayî û kelûpelan kom kirin ku di rêya dezgehê re pêşkêşî ziyandîtiyan kir, herweha heman hilmet ji aliyê PDK-Sê li Ewropayê û Encûmena Niştîmanî ya Kurdî jî dest pê kirin.

Derbarê rewşa Sûriyê PDK-Sê ameje kiriye ku hîn jî Civaka Navdewletî bêdeng e, tu karên dîplomasî nayên kirin, bi tenê Emerîka li ser bicîkirina biryara 2254 û derencamên Cinêv 1 û mana li Sûriyê û Iraqê bo rûbirûbûna terorê rijd e, û pişt nade asayîkirina peywendiyên bi rêjîma Esed re, de heman demê eniya Asîtana û Sotşî berê xwe dide piştevaniya rêjîma Esed.

Derbarê Rûsiya, Turkiyê û Îranê, Herêma Kurdistanê rapota siyasî aniye ziman ku Rûsiya hîn bi şerê xwe bi Okraniya re mijûl e, Turkiyê jî bi rewşa xwe ya hundirîn û derencamên erdhejê ve mijûl e, ku divê destê alîkariyê were pêşkêşkirin, li ser asta siyasî jî hin oposiyona Turkiyê jî xwe kirine yek û amede kirine da ku beşdarî di hilbijartinan ku ew yek bûye cihê nerihetiyê li ba AKP. Îran jî ber bi qonaxekek zehmetir ve diçe, derbarê herêma Kurdistanê partî rola sekirdatetiya Herêma Kurdistanê û serok Mesûd Barzanî û helwêstên wan bilind nirxandiye, ku cihê rêzê û pêznînê bi nav kiriye, ku alîkarî bo ziyandîtiyan pêşkêş kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê di dawiya raportê de hatiye ji ber bêkarî buhabûn nirxê pêdiviyên rojane, jiyan xelkê bêtir zehmet bûye, ku tişta rewş astengtir kiriye neguhdan rêveberiya PYDê di pişkinîna nirxan û şopandina rewşê ye û nedanîn sînorekê ji pawankarî û dabînkirina pêdiviyan e, ku wê yekê diçecpîne ku şikest û feşel di pêkanîna seqmqîriya civakî û ewlehî aniye, ya ji wê xerabtir hilmetên girtina ser malan û lêpirsên ku bi heman şêweya rêjîma beis in, û revandina ciwan û zarokan bo leşkeriya neçar ku ew yek dibe fişarek li ser wê nifşê ku berê xwe bidin dervey welêt, bêguman jî rewş li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê xerbtir e, karesara erdhejê bi taybet li Cindirêsê derdeserî kûrtir kirine, ku divê bi hawarê wê ve herin, û destê alîkariyan pêşkêşî wî were kirin.

Ş.E



284