ENKS: Destpêşxeriya QSDê erênî ye eger were cîbicîkirin

ENKS: Destpêşxeriya QSDê erênî ye eger were cîbicîkirin

Dec 21 2019

ARK NEWS .. Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê helwêsta xwe derbarê vexwendina PYDê ji bo yekkirina gotara siyasî kurdî li Rojavayê Kurdistanê da xwuyanî, hevdemê daxuyaniya Desteya Navxweyî ya PYDê radigihandî serkirdeyekî PYDê li dijî wê daxuyaniyeke din berûvajî ragihand.

Di daxuyaniyekê de duh roja Înê 20 Berçileya 2019an, Desteya Serokatiyê ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê ragihand, ku tiştê ji Desteya Navxweyî ya PYDê derbarê destpêşxeriya QSDê ji bo yekrêziya Kurdî bi gaveke erênî em dinerxînin eger hate cîbicîkirin .

ENKSê herwiha di daxuyaniyê de li ser karê cidî ji bo dîtina helwêsteke kurdî yekbûyî berev hevpariyeke rasteqîn xizmeta doza gelê kurd li Sûriyê û bihêzkirina rola kurdan di proseya siyasî de li gor biryarên navdewletî yê girêdayî bi çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re tekez dike .

395