
ENKSê bi Mîxeîl Bogdanof re dicive
Dec 09 2019
ARK NEWS .. Biryar e, îro roja Duşemê, 9ê Berçileya 2019an, li Moskoya paytexta Rûsiyê, şandeke pilebilind ji Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsiyê, Mîxeîl Bogdanof re bicive.
Jêdereke taybet ji Dezgeha ARKê re ragihand: Şanda ENKSê ji her yek ji Kamîran Haco, Serokê Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê, û herdu endamên Nivîsgehê Ibrahîm Biro, û Ismaîl Hesaf pêk tê.
Heman jêderê da zanîn: Di civînê de, rewş û pêşhateyên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Komîta Destûrî, û hin mijar û babetên girêdayî bi kirîza Sûriyê re gotûbêj bikin.
Ş.E
330