19 sal ser koçadawiya hunermend Ehmed Kaya re derbas bûn

19 sal ser koçadawiya hunermend Ehmed Kaya re derbas bûn

Nov 17 2019

ARK NEWS ..Duh 16 Mijdarê 2019an 19 sal, ser koçadawiya hunermend Ehmed Kaya re derbas bûn.

Ehmed Kaya, di 28ê Cotmeha 1957an ji dayîk bûye , ji devera Adamiyan ya Bakurê Kurdistanê ye, 4 birayên wî hene, û Kaya yê herî biçûk di nav birayên xwe de ye .

Ji ber niyaza wî di derxistina elbomeke kurdî, ji aliyê ewlekariya Turkiyê ve hate xwestin, û neçar bû, sala1999an de, dema berê xwe daye Firansayê car din venegere Turkiyê.

Yekemîn ahang tê de beşdar bû, li roja karkeran de di temenê 9 salî bû, û yekemîn stran bi kurdî got, strana Xweşnav hunermendê Rojavayê Kurdistanê strana Kerwan bû .

Di ahangekê de got ku ew dê stranên xwe bi kurdî bibêjê, lê ew yek bû cihê nerazîbûna beşdarên turk, û piştre tevlîheviyek di wê ahangê de ji ber axaftina hunermend Ehmed Kaya çê bû .

Hunermend Ehmed Kaya, 16 Mijdara 2000î, ji ber kirîzeke dil jiyana xwe ji dest da, û li goristana qedirgiranan ya Firansayê, bi xak hat spartin .

Ş.E

406