ENKSê jimareyêk mijarên giring gotûbêj kir

ENKSê jimareyêk mijarên giring gotûbêj kir

Mar 31 2024

Duh Şemiyê ( 30/3/2024) Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê civînek li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê li dar xist, û jimareyek mijarên giring gotûbêj kir.

Di lêdwanek taybet de bo ARKê Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serokatiya ENKSê ragihand ku di civîna Emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşhateyên siyasî, bandora şerê Xezayê , û çareseriyên siyasî û hin mijarên din hatin gotobêj kirin.

Li ser asta rêxistinî ya ENKSê Ismaîl amaje bi wê çendê kir ku di civînê de tevaya raportên taybet bi çalakiyan, û pêkirinên dermafê ENKSê û nivîsgehên PDK-Sê de hatine encam dan hatin gengeşe kirin.

Ismaîl serbar kir jî ku di heman civînê de ronahî hate xistin li ser peywendiyên diblomasî yên ENKSê bi Emerîka, Ferensa, û Rûsiya û gengeşekirina pêşhateyên dawiyê li gel Itîlafa Sûrî re.



225