Duhok .. Hijmara penaberên nû 13 hezar derbas kir

Duhok .. Hijmara penaberên nû 13 hezar derbas kir

Oct 31 2019

ARK NEWS .. Roj bi roj, hijmara penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber şerê dawiyê reviyane, li Herêma Kurdistanê, berev bilindbûnê ve diçe, li gor amarên fermî duh Çarşemê 30î Cotmeha 2019an, 370 penaber gihiştin Herêma Kurdistanê, û bi wê yekê hijmara giştî 13 hezar derbas kir.

Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî ragihand, ku ta îro Pêncşemê hijmara giştî ya penaberên Rojavayê Kurdistanê gihişt 13066 penaberî, ji wan 370 duh gihiştin herêmê

Heman jêderê da zanîn jî ku, ji hijmara giştî ya malbatan 2613 malbat in. Piştî kampa Berdereşê, li Giwêlan têne bicîkirin.

Êrîşa Turkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, bû sedema derbiderbûn û penaberbûna bi sedê hezaran ji şêniyên resen, bi taybet ji Serê Kaniyê û Girê Spî, li şûna wan de, girûpên çekdar cihê xwe girtine .

Ş.E

440