Serok Barzanî : Kuştina Bexdadî bi wateya dawîhatina DAIŞê nayê .

Serok Barzanî : Kuştina Bexdadî bi wateya dawîhatina DAIŞê nayê .

Oct 28 2019

ARK NEWS .. Pştî ragihandina kuştina serê rêxistina terorî DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî li Idlibê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir, tê de got : Rast e kuştina Ebû Bekir Bexdadî bandorê li ser lawazbûna terorîstan dike, lê girîng ew e ku hemû aliyek bi taybetî Civaka Navdewletî agahdar bin, ku kuştina Bexdadî bi wateya dawîhatina DAIŞê nayê .

Naveroka peyama serok :

Bêguman her kesek tawanbar û qatilê xelkê bêguneh bê, zû yan dereng her bi sizayê xwe digihe. Raste kuştina Ebû Bekir Bexdadî bandorê li ser lawazbûna terorîstan ve dike, lê belê girîng eweye hemû aliyek bi taybetî civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî bi wateya dawî hatina Da'îşê nîne û pêwîste hemû aliyek hişyar bin û li şerê dijî teror û rîşekêşkirina terorê de hemaheng û berdewam bin.

Mesûd Barzanî
27.10.2019

427